Gerîla li dewleta Tirk dixe PDK jî enqazê radike

Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li hemberî leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li Zapê bênavber dewam dikin.PDK jî bênavber piştgiriyê dide artêşa Tirk a ku xitimî ye.

PDK ku bi her awayî piştgiriyê dide artêşa Tirk a dagirker, vê carê jî hate dîtin ku enqazê dewleta Tirk radike.

Beriya niha gerîla li herêma Zapê li dijî kepçeyên dewleta dagirker ku rêyên nû ji bo dagirkirina qadê çêdikir kir armanc.

Di encam de ev çekçe hate îmhakirin.

Dewleta Tirk a dagirker ku nikare enqaz û kuştiyên xwe li herêm gerîla derxîne PDK’ê dixe dewrê

Enqaza kepçeya ku gerîla têk biribû ji aliyê PDK’ê ve li qadê hate derxistin û ji Amediyê birin Dihokê.

Back to top button