Bi sala nû re xwepêşandêr li qadan bûn

Di xwepêşandêrên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li seranserê welat tên lidarxistin de, hêrsa li dijî polîtîkayên deshilatê heye.
Di demekî ku heta niha 476 xwepêşandêr hatine kuştinde, cezayê darvekirînê Li nêzî 100 kesî hatiye birîn.

Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya 16’ê Îlona 2022’an piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî despêkirî, di meha xwe ya 4’an de li dare.

Bi sala nû re xwepêşandêran agirê serhildanê geştir dikin.

Îro welatiyên li bajarê Sine li dijî rêjîma Îranê dirûşm berz kirin.

Çalakgeran li gelek taxên bajêr agir pêxistin û bang kirin ku her kes dakeve qadan.

Li gorî agahiyan li Tehran, Rhodeser, Esfehan, Semîromî û gelek bajarên din gel li dijî dewleta Îranê li qadan bûn.

Hat ragihandin di dema çalakiyan de di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derketiye û gelek kes birîndar bûn.

Li Tehranê jî polîsan gaza rondikrij bikaranîn û bi daran êrişî xwepêşandêran kirin.

Di çilrojiya 7 xwepêşandêrên ku li Ciwanroyê jiyana xwe ji dest dabûn de, polîsan êrişî welatiyan kir.

Li Ciwanro ciwanek ji aliyê polîsan ve hate kuştin

Polîsan rasterast merasîm gulebarankirin û di encamê de ciwanê bi navê Burhan Ilyasî 22 salî bû jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku merasîma çilrojiyê ya ku jinan cihê xwe tê de girtibûn veguherî xwepêşandanek mezin a li dijî hêzên dewletê.

Li gorî çavkaniyan, di xwepêşandanên li Ciwanro de herî kêm yek jê zarok 10 kes birîndar bûn.

Xwepêşandêran benga geşkirina serhildanê kirin

Di heman demê de li bajarê Tehranê jî bi awayekî girseyî welatî kombûn û dirûşmeyên dijî desthilatdariyê gotin.

Gelek esnaf jî dikanên xwe girtin û beşdarî çalakiyê bûn.

Li bajarên Esfehan û Semîromî xwepêşandan û çalakî dewam bûn.

Di xwepêşandanên li her du bajaran de dirûşmeyê dijî desthilatiyê û rewşa xirab ya jinê hatin gotin.

Duh jî hejmarek ji xebatkarên parzûngeha petrolê ya li bajarê Abadan, li dijî pêkneanîna daxwazên wan yên mûçeyê deriyên kar girtin û dest bi grevê kirin.

Heta niha cezayê darvekirinê li 100 kesî hatiye birîn

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha herî kêm 476 kes hatine kuştin û cezayê darvekirinê li 100 kesan hatiye birîn.

Her wiha nêzî 19 hezar kes hatine binçavkirin û girtin.

Back to top button