Li Rojhilatê Kurdisatnê di sala 2022’an de 43 kolber hatine kuştin

Di sala 2022’an de, zêdetirî 250 kolberî bi guleyên leşkerên ser sînor ên Îranê û dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Tevî dewlemendiya axa kurdistanê ya sererd û binerd, kurd heta niha neçarî karên zehmet ku bi mirinê re rûbirûne tên kirin..

Kurdên li ber sînorên çêkirî ên di nava kurdistanê de, ji bo debara jiyana xwe bikin, neçarin ku karê kolberiyê bikin.

Di nava Rojhilat û Bakur de bi pişta xwe û bi heywanan baran dibin û difroşin.

Her carê jî rastî êrişa hêzên dewleta Îranê û artêşa Tirk li ser sînor tên.

Carne jî wekî komkujiya 28’ê Kanûna 2011 a li Roboskî pêk hatî, kurdên ji bo debara jiyanê sînoran derbas dikin, dibin qurbana êrişa van dewletan.

Îsal jî wekî salên beriya wê, leşkerên ser sînor kolber gulebaran kirin û di encamê de zêdetirî 258 kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn..

Malpera Kolbernews’ê derbarê bilançoya kolberên di sala 2022’yan de bûne qurbanî raporek weşand.

Di vê raporê de jî piştras dibe ku di salekê de 258 kolber di encama êrişên leşkeran de hatine kuştin û birîndar bûne..

29 ji van kolberên jiyana xwe ji dest dane, hêzên pasdarên Îranê raste rast gule li wan barandine..

Gelek ji kolberan jî an ji bilindahiyê ketin, ji serma zêde û ji westabûna dilê wan sekiniye, jiyana xwe ji dest dane.

215 kolber di 2022’an de birîndar bûne.

Ji vana 160 kolber bi êrişên raste rast ên hêzên dewleta Îranê, teqîna mayînan û ketina ji bilindahiyê birîndar bûne.

Salane raporên ku mirovên karê kolberiyê dikin bi destê leşkeran di van şert û mercan de tên kuştin eşkere dibin, lê heta niha ti saziyên mafên mirovan ên cihanî balnekişandine ji vê rewşê..

Ne jî saziyên fermî yên van dewletan li ser van kuştinên raste rast ên mirovan, ti lêpirsîn nekirine..

Back to top button