DYA Kuba xist lîsteya piştevanên terorê

Amerîka careke din Kuba xist lîsteya dewletên piştgiriya terorê dikin. 

Rêveberiya Serokê Amerîkayê yê niha Donald Trump, Kuba wekî dewleteke ku piştgiriya terorê dike, bi nav kir.

Wezîrê Derve yê welêt Mike Pompeo ragihand ku “ji ber her û her Havana piştgiriya operasyonên terorîst ên navneteweyî dike û dibe warekî ewle bo terorîstan, ev biryar hat standin”.

Pempeo got:

“Ev yek tê wateya ku dê ceza li dewlet û kesên danûstandina bazirganî bi Kubayê re dikin, bên birîn.

Her wekî dê ji alîkariyê Amerîkî bêpar bimînin û wê hinardeyên wan ên parastinên werin cemidandin”.

Serokê berê yê Ameîrkayê Barack Obama 29’ê Gulana 2015’an Kuba ji vê lîsteyê derxistibû.

Back to top button