Li dijî baregeha Beled a li parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ku tê de leşkerên Amerîkî hene êrîş pêk hat û 4 leşkerên Iraqê birîndar bûn.
Li gorî ragihandina artêşa Iraqê, li dijî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya Beledê ya li parêzgeha Selehedîn êrîşek bi moşekan pêk hat.
Li gorî artêşa Iraqê 8 fûzeyên Katyûşa li baregeha Beled hatine xistin.
Artêşa Iraqê ragihand ku di êrîşê de fermandarrek û 3 leşkerên hêzên hewayî yên Iraqê birîndar bûne.
Ev êrîşa duyemîn a li dijî vê baregehê ye, ku pêşncema borî jî li nêzî baregehê moşek ketin.
Di baregeha hêzên Amerîkî de panzer û balafirên F-16 yên Iraqê hene.