Li Deryaya Spî di nava du rojan de 41 kesî jiyana xwe ji dest da

Li Derya Spî di dawiya hefteyê de du qeza rû dan.
Keştiyên ku koçber tê de bûn noq bûn, herî kêm 41 kesî jiyana xwe ji dest da ku 8 ji wan zarok bûn.

Li peravên Tirkiyeyê ji ber ku keştiyek noqî binê avê bû herî kêm 11 kes mirin ku 8 ji wan zarok in.

Berî wê bi çend rojan jî Keştiyek ku 50 kes tê de bûn li peravên giravên Yewnanistanê noqî binê avê bû.

Li vir jî 12 kes mirin, 20 kes jî ji aliyê tîmên parastina peravê ve hatin rizgarkirin.

Li gorî bîlançoyê, sala 2019’an bi qasî 1300 kes li Derya Spî mirine.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî jî di nava pênc salên dawî de 20 hezar kes mirin.

Leave a Reply

Back to top button