Nexweşxaneyeke Fransî: Tirkiyê fosfora spî bi kar anî

Piştî taqîgeheke Swêsrî, nexweşxaneyeke Fransî jî bikaranîna dewleta Tirk a fosfora spî li Serê Kaniyê, teqez kir. Li gorî rapora bijîşkan, bandora fosforê li laşê birîndarekî di encama êrîşên dewleta Tirk li Serê Kaniyê hatiye piştrastkirin .

Dewleta Tirk li kirinên xwe mukur nayê, lê laşên zarokên me vê yekê piştrast dikin.

“Tirkiye, çekên kîmawî li Serê Kaniyê bi kar aniye.”

Di raporeke bijîşkî ya nexweşxaneyke Fransî de, ev yek hat teqezkirin.

Li gorî Navenda belgekirina binpêkirinan li bakur û rojhilatê Sûrî jî, ev rapor ji nexweşxaneya Fransî ya zarokê bi navê Mihemed Hemîde lê dihat dermankirin, hatiye eşkerekirin.

10 Çotmehê, laşê Mihemed ji ber êrîşên hovane yên dewleta Tirk şewitî..

Jixwe ev êrîş, ne bi çekên ji rêzê bûn, belê tê de fosfora spî hatibûn bikaranîn.

Ev yek ji hêla gelek alî û dezgehên cîhanî hat piştrastkirin, herî dawî jî taqîgeheke Swîsreyê bû.

Di encama lêkolînên wê de, bi belgeyan bikaranîna çekên qedexekirî hat piştrastkirin.

Mihemedê bedenşewitî, piştî çend meh û 7 emeliyatan li Fransayê, vegeriya Başûrê Kurdistanê..

Dr.Abbas Manosûran ê Swêdî jî diyar kiribû ku di nimûneke birîndarê şer ya lêkolînkirî de hat tesbîtkirin ku Fosfora spî hatiye bikaranîn.

Di çaxê van êrîşan de, bi dehan birîndarên ku ji nexweşxaneya Hesekê re dihatin rakirin, wê demê bijîşk Faris Hemo, texmîna bikaranîna çekên qedexekirî kiribû.

Kovara Newsweek a Amerîkî jî bi wêne û belgeyan, bikaranîna Tirkiyê ya van çekan, eşkere kir.

Jixwe bikaranîna çekên qedexekirî li dijî sivîlan, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

17’ê Çotmehê, dewleta Tirk di heman roja bikaranîna Fosfora Spî de, 30 hezar eruo da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) da sûcên xwe veşêre.

Ji aliyê xwe ve jî, Rêveberiya xweser bang li Rêxistinê kiribû da komîteyeke lêpirsînê der barê bikaranîna Tirkiyê ya çekên qedexekirî ava bike.

Back to top button