Li Babê çeteyên Tirkiyê şerkirin û 2 çete hatin kuştin 8 birîndar bûn

Aloziya li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk re roj bi roj zêde dibe. Li Babê, di navbera komên çete yên dewleta Tirk a dagirker de şer derket û 2 çete hatin kuştin. Balafirên şer ên Rûsyayê jî herêmên cebel El-Şêx Berekat û Daret Ize ên Helebê bombebaran kir.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de alozî her diçe zêde dibe.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şevê din li gundê Tefrîa yê bajarê Babê di navbera çeteyên koma “El-Hemzat” de şer derket.

Hat diyar kirin di encamê de 2 çete ku yek ji wan serçete ye, hat kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Li gorî çavdêriyê, şer ji ber parvekirina dizî û karên qaçaxçîtiyê derket û heta derengiya şevê dewam kir.

Li Ezazê erebeyeke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk hat teqandin

Li aliyê din jî bombeyek bi erebeyeke çeteyên dewleta Tirk li bakurê herêma Ezazê ku çeka doçka li ser bû teqiya.

Balafirên herêmên rojavayê Helebê bombebaran kirin

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, balafirên şer ên Rûsyayê 3 caran çiyayê El-Şêx Berekat ê li derdora bajarê Daret Ize ya rojavayê Helebê bombebaran kir.

Hat ragihandin hêzên hikûmeta Şamê jî herêma Kefer Eme ya rojavayê Helebê topbaran kir.

Balafirên Rûs herêmên Idlibê bombebarankir

Li Idlibê jî şer û pevçûna dewam dikin.

Hat diyar kirin balafirên şer ên Rûs 5 caran êrişî derdora herêmên Barîşe, Kefr Erûq û Mearet Misrîn ê bakurê Idlibê kir.

Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûs li ser “Herêma bêçek” jî geriyan.

Back to top button