Li Sêmalka çalakî di roja 87’an de dewam dike, lê PDK cenazeyan radest nake

Çalakiya malbatên şehîdan a li deriyê Sêmalkayê ya ji bo girtina cenazeyên gerîla ku bi destên PDK’ê şehîd bûne, di roja 87’an de bi serdanên girseyî didome. Endamên saziyên civaka sivîl serdana konê çalakiyê kirin û diyar kirin ku li ser daxwaza dewleta Tirk PDK cenazeyan nade û derî jî girtiye.

Îro endamên saziyên civaka sivîl ên TEV-DEM ji bo piştgiriya malbatên şehîdan serdana konê çalakiyê kirin.

Di çalakiyê de hevserokê Buroya Rêxistinî yê TEV-DEM’ê li Hesekê Ferhan Dawid axivî û radestnekirina cenazeyên şehîdan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Ferhan Dawid got:

“Divê gelê Başûrê Kurdistanê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdên piştgiriyê bide çalakiya me.”

Dawid balkişand ser hinceta PDK ku pê derî girtine û got:

“Çalakiya ciwanan hêcete lê PDK’ê derî li ser daxwaza dewleta Tirk girtiye.”

Back to top button