Wezareta Derve ya Iraqê dewleta Tirk bi binpêkirina serweriya Iraqê tawanbar kir

Wezareta Derve ya Iraqê dewleta Tirk bi binpêkirina serweriya Iraqê tawanbar kir û got, ji bo bersivdayînê çend kert hene.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf derbarê êrîşên dewleta Tirk ser xaka Iraqê axivî.

Ehmed Sehaf diyar kir ku êrîşên li ser bakurê Iraqê sorkirinek eşkere ye û hikûmeta Iraqê vê tiştê red dike.

Sehaf destnîşan kir ku Tirkiyê yekalî êrîşan pêk tîne û wê ev aloziya li ser sînorê herdu welatan zêde bike û wê ji bo ti aliyan encamek baş neyîne.

Sehaf daxwaz ji civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina serweriya welêt piştgiriya Iraqê bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf herî dawî ev tişt anî ziman:

“Ji pêkanîna zextê ser Tirkiyê hemû kertên çavkaniya enerjiyê li ber Wezareta Derve ya Iraqê ye.

Ger bi riya siyasî aloziya bi Tirkiyê re nehat çareserkirin em ê serî li van kertan bidin.”

Back to top button