Yervend Kesiryan: Em ê li hember êrişan bisekinin

Pêkhateyên Ermen û Asûr li hember êrişên dewleta Tirk bertek nîşan dan.
Pêkhateyan diyar kirin ku ew ê li hember êrişên Tirkiyê hevgirtî bin û li ber xwe bidin.

Bertek û nerazîbûnên pêkhateyên herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

Serokê Meclisa Ermeniyên Bakur-Rojhilatê Sûrî Yervend Kesiryan derbarê mijarê de axivî.

Yervend Kesiryan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze xaka me dagir bike û êrişên wê red kir.

Yervend Kesiryan piştrast kir ku berdêl çi be jî ew ê li hember êrişên dagirkeriyê bisekinin.

Hêlîn Erdemyan: Dixwaze Ermenan qir bike

Endama Yekitiya Jinên Ermen Hêlîn Erdemyan jî derbarê heman mijarê de axivî.

Hêlîn diyar kir ku Ermeniyên li herêmê ji nû ve bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne û got:

“Faşîzma nû ya Osmanî bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî dixwaze Ermenan qir bike.

Her roj êrîşî gelê Ermen dike. Dixwaze careke din me di komkujiyan re derbas bike.”

”Parastina xaka Sûrî berpirsiyariyek niştîmanî ye”

Back to top button