Reuters: Esed hevdîtina li gel Erdogan red kir

Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand ku serokê Sûrî Beşar Esed, hevdîtina li gel şefê rêjîma Tirk Erdogan red kiriye.
Ajansê bi bîr xist ku ji bo Esed, yekane şertê pêşî yê hevdîtinê derketina hêzên Tirk ji tevahiya xaka Sûriyê ye.

Piştî 11 salan ji şerê navxweyî yê li Sûrî ku yek ji sedemên wê dewleta Tirk e, ev demeke Erdogan behsa daxwaza hevdîtina li gel Beşar Esed dike.

Beriya niha Esed eşkere kiribû ku ji bo hevdîtineke wiha pêk were, 2 şertên wan ên esasî hene.

Yek derketina bi temamî ya leşkerên Tirk ji xaka Sûrî.

A duyemîn jî bidawîkirina desteka ji bo koma çeteyên binavê “artêşa Sûrî ya netewî”.

Herî dawî şefê rêjîma Tirk Erdogan piştî serdana Qeterê ragihand ku ew sala 2023’an dixwaze li gel Beşar Esed bicive.

“Derdê Erdogan serkeftina hilbijartinên 2023’an e”

Ajansa Nûçeyan a Reutersê li ser navê 3 çavkaniyên berpirsiyar ragihand ku ev daxwaz ji aliyê Beşar Esed ve hatiye redkirin.

Çavkaniyên behsa wan tê kirin diyar kirin ku li gorî rêveberiya Şamê, hevdîtineke wiha beriya hilbijartinên 2023’an wê destê Erdogan bihêz bike.

Li gorî yek ji wan çavkaniyan;

Sûrî ne alîgirê ku serkeftineke wiha a erzan bike para Erdogan.

Her wiha ne pêkane ku di asta wezîrên karên derve de hevdîtin di navbera aliyan de pêk were.

“Şert e ku Tirkiyê leşkerên xwe ji xaka Sûrî derxîne”

Yek çavkaniyên dîplomatîk ên ji Reutersê re axivîne dibêje:

“Heta Sûrî gavên berbiçav ji aliyê Tirk ve nebîne, ew ê daxwaza hevdîtinê qebûl neke.

Di serî de jî derketina leşkerên Tirk bi temamî ji xaka Sûrî.”

Back to top button