14 Cih û warên sivîlan bûn armanca êrişan

14 rojin bê navber dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Ji doh êvarî ve 14 cih û warên sivîlan kirin armanca êrişan. 

Dewleta Tirk a dagirker gundê Mielek, rêya M4 û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundê Bîr Kêtik, Silêybî û Kor Hesen yên Girê Spî topbaran kirin.

Heman dagirkerî êrişî gundê Zormixar, Çarqilî, Koran û Xerbîsan yên Kobanê jî kir.

Êrişên dagirkeriyê li dijî Minbicê jî hebûn.

Li wir jî gundê Masî, Toxar, Sexîr û Catê bûn armanca êrişan.

Li Şêrawa jî artêşa Tirk a dagirker gundê Soxanekê da ber topan.

Di vê navberê de balafirên şer ên Rûsyayê êrişî bajarên Efrîn û Marê yên dagirkirî kirin.

Back to top button