Filistîn..Ebas banga kongreyeke navnetewî li NY kir

Serokê Filistînê, Mehmûd Ebas ji bo çareseriya pirsgirêka Filistînê bang li Netewên Yekbûyî kir ku kongreyeke navneteweyî lidarbixe.

Mehmûd Ebas bi riya vîdyoyê tevlî civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî bû û derbarê pirsgirêka Filistînê de axivî.

Ebas tifaqên aştiyê yên welatên Ereb bi Îrsraîlê şermezar kir û got, Rêxistina Rizgariya Filistînê ti aliyek weke nûnerê xwe erkdar nekiriye.

Serokê Filistînê, Mehmûd Ebas anî ziman ku riya yekane ku aştiya daîmî li herêmê pêk were, dewleteke Filistînê li gorî sînorê 1967’an ava bibe û Qudisa Rojhilat paytexta wê be.

Mehmûd Ebas bang li Netewên Yekbûyî kir ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê amadekariya kongreyeke navnetewî bike.

Duh jî, Li Urdinê, Wezîrên Karên Derve yên Urdin, Misir, Fransa û Almanyayê tevî nûrnera Yekîtiya Ewropayê civiyabûn.

Di civînê de tifaqên Îmarat û Behreyên yên bi Îsraîlê re erênî hatibûn nirxandin û hêviya destpêkirina diyalogan di navbera Filistîn û Îsraîlê de hatibû kirin.

Back to top button