19 Gundên herêmê hatin topbaran kirin

Ji 19 Mijdarê ve dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê herêmê topbaran dike.
Dewleta Tirk vê sibehê êrişî Gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir .

ArtêşaTirk a dagirker vê sibehê gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir.

Her wiha du gundên Cat û Msî ên Minbic jî bû armanca êrişan .

Duh êvarî jî rojhilat û rojavayê Kobanê topbaran kir.

Taybet gundên Cêşan, Qeremox, Xerbîsan ,Xerîb û Carixlî hatin topbaran kirin.

Dewleta Tirk êrişî gundên Girê Spî jî kir..

Gundên Erîda, Zenûbiya, Korhesen,Qezelî, Korhesen, Selîbî bûn armanca êrişan ..

Heman dagirkerî kampa Eyn Îsa ya rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir .

Di heman demê de gundên Bênê ,Soxanek, Meyasê, Zirneîtê yên Şêrawa û gundê Şêx Îsa yê Şehbayê jî bû armanca êrişan ..

Derdora navçeya Til Rifetê jî hat topbarankirin.

Back to top button