8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê

Salane di vê rojê de li seranserî cîhanê jin çalakiyên cûr bi cûr lidar dixin.
Her wiha di vê rojê de ew jinên ku canê xwe ji bo bidestxisitina mafên jinan dan jî têne bi bîranîn.
Li hinek cihan jî ev roj bi şahiyan tê pîrozkirin, ji ber ku ev roj wekî cejna jinan pênase dikin.

Di dîrokê de gelek jin hene ku li hemberî neheqî, zordarî, koletî, bêmafiyê serî rakirine û têkoşînek bêhempa dane meşandin.

Lê belê ji ber dîrok ji aliyê desthilatdaran ve hatiye nivîsîn, têkoşîna gelek jinan a dîrokî nehatiye vegotin û nivîsîn.

Berovajîkirina dîroka jinan a ji aliyê mêrên serdest ve, hatiye xwestin jin her tim kole bimînin û rastiya xwe nizanibin.

Lê hemberî zextan jî her tim berxwedan û serhildana jinan pêk hatiye.

Dîroka 8’ê Adarê

Yek ji van serhildanên bi nav û deng, serhildana jinên kedkar a di 8’ê Adarê de ye.

Di 8’ê Adara 1857’an de li bajarê New York Amerîkayê 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeya tekstîlê de dest bi greva giştî kir.

Li ser vê yekê polîsan êrîşî karkeran kir û derî li ser jinên karker ên di fabrîqeyê de bûn girtin.

Di encama vê yekê de di fabrîqeyê de şewat derket û 129 jin bi şewatê jiyana xwe ji dest dan.

Di gel vê buyera xemgîn dîsa jî çalakiya jinan dighîje armanca xwe.

Ev çalakiya li Amerîka dest pê kirî bandora xwe li Awropa jî kir û pêl bi pêl belav bû.

Li Almanya, li bajarê Stuttgartê cara yekemîn di sala 1907’an de kongreya navneteweyî ya jinên sosyalîst hate li darxistin.

Di kongreyê de biryar hat girtin ku saziya jinên enternasyonalîst were avakirin.

Têkoşîna Clara Zetkîn ji bo jinên cîhanê

Li gora vê biryarê saziya jinên enternasyonalîst hate sazkirin û Clara Zetkîn ji bo serokatiya wê hat hilbijartin.

Di sala 1910’an de cara duyemîn sazyiyên enternasyonalîst ya jinan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê hatin cem hev.

Clara Zetkîn pêşniyar dike ku roja ji aliyê jinan ve bi berxwedaneke bi rûmet pêkhatî weke Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê were qebulkirin.

Ev pêşniyar ji hêla nûnerên tevlî civînê buyîn ve tê pejirandin.

Roja jinên kedkar heta sala 1975’an tenê ji aliyê jinên kedkar ve li gora cewherê wê dihat pîrozkirin.

Lê di 16 kanûna 1977’an de Neteweyên Yekbûyî 8’ê Adarê weke Roja Jinên Cîhanê îlankir.

Ji wê rojê û şûnde ev roj bû sembola têkoşîn û mafê jinê.

Jina Kurd li tevahî cîhanê bûye çavkaniya têkoşînê

Jina ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma ji hêla zihniyeta zayendperestî ve têne hedefgirtin.

Ji tekoşîna jinên karker ên kargeha tevnerîsiyê û ji Roza Loksumborg bigre ta Leyla Qasim,

Ji Sara, Fîdan, Leyla ta Evîn û ji Jîna Emînî ta Jiyan û Nagîhan,

Ji Wîdad, Hind û Seda ta Hediya, Çîçek û Zeyneb.

Jina kurd bi cihgirtina nava şoreşê de jiyanek nû di bin banê fikir û felsefeya rêber APO de li Kurdistanê neqişandin.

Jinên Kurdistanê xwe kirin artêş, partî û îro li tevahî cîhanê, têkoşîna wê ji bo hemû jinan bûye çavkaniya berxwedanê.

Back to top button