Hizbullah bi balafirek bê mirov êrîş bir xaleke Îsraîlê

Li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê Hizbullah li dijî xaleke Îsraîlê bi balafirên bê mirov êrîş pêk anî.

Hizbullahê ragihand ku li sînorê Îsraîlê xaleke Îsraîlê bi balafirên bê mirov êrîş pêk aniye.

Di daxuyaniya hizbûllahê de hat gotin ku li Metula ya sînorê Îsraîlê hatiye armanckirin.

Ji hêla artêşa Îsraîlê ve hîna daxuyaniyek nehat dayîn.

Doh jî Hizbûllahê ji başûrê Lubnanê li dijî Îsraîlê 11 êrîş pêk anîbû.

Lubnan: 60 hezar darê zeytunê di êrîşên Îsraîlê de şewitîn

Wezîrê Çandiniyê ya Lubnanê Abbas el Hac Hasan destnîşan kir ku Îsraîl her roj bi bombeyên fosfor êrîş pêk tîne.

Abbas da zanîn ku di encama êrîşên bi bombeyên fosfor li başûrê welêt zêdetirî 60 hezar darê zeytûnê şewîtin e.

Hasan li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Beyrûtê axivî û got:

“Başûrê Lubnanê her roj bi bombeyên fosforê spî ku qada navneteweyî de qedexe ye tê bombebarankirin.”

Hasan diyar kir ku di bombebaranê de zêdetirî 657 şewat derketiye û 6 hezar donum daristan û erdê çandîniyê zirar dîtiye.

Hizbullah li dijî armancên Îsraîlê 11 êrîş pêk anî

Back to top button