NY: Sala 2023’yan herî kêm 8 hezar 565 koçber mirin

Rêxistina Koçeberan a Navneteweyî derbarê koçberan de daneyên sala 2023’yan parve kir.
Li gor daneyên Rêxistina Koçberan di sala 2023’yan de herî kêm 8 hezar 565 koçber jiyana xwe ji dest dane.

Her sal bi sedhezaran mirov li çaraliyê cîhanê bi hêviya jiyaneke baştir dikevin rêyên koçberiyê.

Nîvê mirinên li van rêyên ne ewle di encama xeniqînê de, ji sedî 9 di encama qezayên trafîkê de û ji sedî 7 jî di encama tundiyê de rû didin.

Rêxistina Koçeberan a Navneteweyî derbarê koçberan de daneyên sala 2023’yan parve kir.

Li gor daneyên Rêxistina Koçberan di sala 2023’yan de herî kêm 8 hezar 565 koçber jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî sala 2022’yan ev dane ji sedî 20 zêdetir e.

Têkîldarî mijarê alîkarê Mudirê Giştî yê Rêxistina Koçberan a Navneteweyî Ugoçî Danyels daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Ugoçî Danyels wiha got:

“Projeya Koçberên Windayî sala xwe ya dehemîn tijî dike.

Pêşîn kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.

Ev yek trajediyeke mirovahiyê ya tirsnak e.”

Ji nivê kesên mirine li avên deryayan difetisin

Daneyên Rêxistina Koçberan a Navneteweyî a 7 salan wiha ye:

  • Di sala 2014’an de 5 hezar 548, 2015’an 6 hezar 750
  • 2016’an 8 hezar 84, 2017’an 6 hezar 290
  • 2018’an 5 hezar 8, 2019’an 5 hezar 318
  • 2020’an 4 hezar 302, 2021’an 6 hezar 201
  • 2022’an jî 7 hezar 141 kes jiyana xwe ji dest dane.

Rêya herî xeternak Behra Spî ye

Behra Spî ji bo koçberan rêya herî metirsîdar a koçberiyê ber bi Ewropayê ve dimîne.

Par li Behra Spî 3 hezar û 129 kes mirin û winda bûn, li Afrîkayê hezar û 866 kes û li Asyayê jî 2 hezar û 138 kes mirin.

Piraniya mirinan li Afrîkayê li ser riya behrê ya di navbera Çola Sahara û Giravên Kanarya de rû dane.

Hat ragihandin ku bi sedan Afganî li Asyayê dema ji welatên xwe direviyan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button