Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê li pêş NY dewam dike

Gelê herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk di nava çalakiyan de ne. Îro jî li gelek deveran çalakî hebûn û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Her wiha banga girtina qada ezmanî ya herêmê hat kirin.

Roj bi roj hêrs û çalakiyên gelê herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde dibin.

Çalakiya konvedanê ya li ber navenda NY ya li Qamişlo di roja 11’emîn dewam dike.

Îro endamên deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Meclisa Qanûnsaz, Meclisa Qamişlo û komîteyên wê tev li çalakiyê bûn.

Li wir Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya herêma Cizîrê Arya Mele Ehmed axivî û diyar kir ku ji ber bêdengiya civata navneteweyî dewleta Tirk li xaka Sûriyê polîtîkayên qirêj dimeşîne.

Arya Mele dawiyê bang li hemû dewletên cîhanê kir ku rê li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bigirin û qada ezmanî ya herêmê li balafiran qedexe bikin.

Her wiha Hevseroka Meclisa kontona Qamişlo Perwîn Yusif jî axivî û da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji êrişan koçberkirina gelê herêmê ye.

Li Kobanê bi hezaran kes li dijî êriş û dagirkeriya Tirk meşiyan

Her wiha bi hezaran welatiyên herêma Firatê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li bajarê Konbanê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandan ji qada jina azad dest pêkir û li qada Şehîd Egîd veguherî mêtingê.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di mîtingê de axivî û diyar kir ku piştî 11 salên şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya demokratîk her roj mezin dibe.

Di dawiyê de, Mihemed Şahîn bang li gel kir ku li destkeftiyên şoreşa xwe xwedî derkevin.

Beşdarên çalakiyê jî êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navnetwî şermezar kirin.

Yekîtiya Parêzeran a Reqa: Em ê li dijî dagirkeriyê xaka Sûriyê biparêzin

Têkildarî mijarê Yekitiya Parêzeran a Reqa û Tebqayê jî li pêş navenda Edaleta Civakî ya Bajarê Reqayê daxuyaniyek dan.

Yekîtiyê di daxuyaniya xwe bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinên Mafên Mirovan kir ku qada ezmanî ya herêmê bigirin û êrişên dewleta Tirk rawestînin.

Her wiha Yekîtiyê bang li hikûmeta Şamê û hemû Sûriyan kir ku ji bo parastina xaka Sûriyê û qewitandina dagirkeran têbikoşin.

Back to top button