Li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star a Qamişloyê duh bi dirşûmeya “Azadî û edalet ji bo Rêber APO, Dem dema azadiya Rêber APO ye” rêzecivîn li dar xistin û tê de Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongreya Star a Qamişloyê rêzecivîn ji bo salvgera Komploya Navnetewî li dar xistin.
Şêniyên ku beşdarî civînan bûne, teqez kir ku eşqa Rêber Abdullah Ocalan ji gel û welatê xwe re û berxwedana gelê Kurd li hemberî dijminan, dupat dike ku komplo têk çûye.
Di civînê de, fîlmek li ser dîroka komployê û bertekên gelan ên li dijî komployê, hate pêşandan.
Her wiha endama rêveber a Kongreya Star Adar Elî anî ziman ku hezkirina Rêber Abdullah Ocalan ji gel û welatê xwe re, berxwedana wî ya di girtîgeha Îmraliyê de, her wiha fikirê wî ku li seranserê cîhanê belav bûye, nîşan didin ku komploya 15’ê Sibatê têk çûye.
Endamên PYD: Armanca komplogeran têkbirina vîna gelê Kurd bû
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Cîhan Hisên jî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a vê komployê, ku vîna gelê Kurd bişkîne ye.
Di heman çarçoveyê de, endama rêveber a Nivîsgeha PYD’ê ya Helebê Hêvîn Silêman teqez kir ku Komplogeran bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan xwestin, dîrok, çand û zimanê gelê Kurd tune bikin.
Hêvîn di dawiyê de, bang li rêxistinên hiqûqî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi erkên xwe rabin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin.