Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê mezin dibe

Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 77. de bi biryardariyeke xurt, didome û pêngava ” ji bo Ocalan azadî” ku li Efrîka Başûr destpêkiriye. roj bi roj beşdarên wê zêdetir dibin. Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat destnîşan kir ku komplo bi pergala tecrîda taybet dewam dike.

Berxwedana li dijî tecrîdê di roja 77. de bi biryardariyeke xurt, hîna li dar e.

Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 27’ê Mijdara sala borî de, girtiyên siyasî li 107 girtîgehên Tirkirye û Bakurê Kurdistanê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Navnîşaneyek din a çalakiyan, li Mexmûrê ye, çalakger 56 roj li wir, li Yûnanistanê jî, 39 roj in li ber xwe didin.

Li kêleka grevê, pêngava “ji bo Rêber Abdullah Ocalan azadî” ku li Afrîkaya Başûr dest pê kiriye, ji ber bandora felsefeya Rêber APO, roj bi roj beşdarên wê zêdetir dibin.

Sendîkayên Îngilistanê piştgirî dan pêngavê

Ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên Îngilistanê UNITE û GMB’ê di çarçoveya pêngava mijara gotinê de, agahî dan rojnameya herî girîng a herêma Newhamê, Newham Recorderê û gotin:

“Dem hatiye ku dawî li tecrîda li derveyî mirovahiyê û dîlgirtina 22 salan a Abdullah Ocalan bê anîn.”

Havîn Guneşer: Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo bigihînin cîhanê

Berdevka însiyatîfa “Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re” Havîn Guneşer diyar kir ku xebatên wan roj bi roj berfireh dibin û got:

“Armanca me ya sereke ew e ku fikir û felsefeya Rêber APO bigihînin gelên cîhanê.

Em bang li her kesî dikin ku di vî warî de çalakiyan pêk bînin.”

Parêzer Riza Polat: Komplo bi pergala tecrîdê ya taybet dewam dike

Endamê OHD’ê Parêzer Riza Polat jî anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li dijî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn hemûyan pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet dewam dike.

Polat destnîşan kir ku Birêz Ocalan bi fikir û ramanên xwe, kompoloya navdewletî têk bir û dengê Birêz Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo civaka Tirkiye jî dibe hêviyek.

Endamê OHD’ê nêzîkatiya CPT li dijî Îmraliyê rexne kir ji ber ku bi erka xwe ranebe û tenê di çarçoveya raporan dimîne.

Jixwe di serdana CPT ya vê dawiyê bo Tirkiyê de, qet serî li girava Îmraliyê neda.

Back to top button