Meclisa Kongreya Star bi daxuyaniyek 8’ê Adarê pîrozkir û got:
“Bi felsefe û paradîkmaya Rêber Apo, ya xwe dispêre azadîya zayîndî û ekolojî, bi dirûşima Jin Jîyan Azadî bi vîna jina azad, em ê siyaseten qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin.”
Hevbendiya NADA jî destnîşan kir ku têkoşîna hevbeş a jinan misogeriya têkbirina şer û qirkirinê ye.
Meclisa Kongreya Star bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî daxuyaniyeke da.
Meclisê di şexsê Clara Zetkîn, Roza Luxemburg, Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Sema Yuce Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş, Rîhan û Zelalan ku xeta azadîxaziya jinê re pêşengtî kirine hemû şehîdan bibîranî û got:
“Em wekî Kongreya Star li hemberî van berxwedêrên bê hempa bejna xwe ditewînin û bi rêzdarî bi bîr tînin û ji wan re dibêjin , em ê her tim di riya we de bin.
Meclisa Kongreya Star: Em ê siyaseta qirkirinê têk bibin
Bi felsefe û paradîkmaya Rêber Apo, ya xwe dispêre azadîya zayîndî û ekolojî, bi dirûşima Jin Jîyan Azadî bi vîna jina azad, em ê siyaseten qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin.
Çarenûsa me berxwedana bi rihê 8’ê Adar’ê ye, çareseriya me paradîgmaya demokratîk-ekolojîk-azadîxwaziya jinê ye.
Em ê ne tenê roja 8’ê Adarê , lê belê hemû rojan bikin roja jin û jîyanê.
Di dawî de Meclisê vê rojê Li Rêber Apo, YPJ’ê, Malbatên Şehîdan YPJ’ê û şervanên azadiyê ku di çeperande li berxwedidin pîrozkir û bang li herkeî kir ku wê rojê biherikin qadan û sedsala 21’ê bikin sedsala jinê.
Hevbendiya NADA ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da
Hevbendiya NADA (Hevbendiya Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) jî bi boneya rojê daxuyaniyek da.
Hevbendiya NADA di daxuyaniyê de bal kişand li ser tevahî bipêkirin û tundiya li dijî jinan.
Hevbendiya NADA: Li piraniya welatên cîhanê jin rastî qirkirnê tên
Hevbendiyê anî ziman ku behsa cejnên jinan nayên kirin hemwextî ku jin rastî êşkenceyê tên û wiha got:
“Li Filistîn, Sûrî, Tirkiye, Sûdan û Lîbiya û gelek welatên din hurmeta jinan tê binpêkirin.
Her wiha li Filistînê ji 7’ê Cotmehê ve sûcên qirkirnê yên qirêj li dijî jinan tên pêkanîn.”
Hevbendiya NADA: Jinên kurd yên pêşek tên armanckirin
Di daxuyaniyê de bal kişandin li ser jinên kurd û ev tişt hat gotin:
“Jinên Kurd hîn jî ji aliyê komên çekdar û hêzên Tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûrî tên kuştin û revandin.
Mal, binesazî, jinên pêşeng û aktîvîst di parastina mafên jinan de, tên armancgirtin.”
Hevbendiya NADA di daxuyaniya xwe de bang li tevgerên jinan û desteyên neteweyî kirin ku piştgiriya jinên li deverên şer bikin.