Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 8’ê Adarê daxwiyaniyek da.
KCK’ê 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kir û got:
“Bi azadiya jinê re wê civak û jiyan jî azad bibe.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a cîhanî , daxuyaniyek weşand.
KCK’ê destpêkê têkoşîna jinan a li qada navneteweyî silav kir û 8’ê adarê pîroz kir û got:
KCK: Jinê pêşngtiya civakê kir
“Em têkoşîna jinan bi baweriya ku azadiya jinê wê bibe azadiya hemû mirovahiyê silav dikin .
Jinê bi keda xwe pêşengiya pêşketina civakê kir.
Jinê xebatên herî bingehîn û girîng ên jiyana rojane jî da meşandin .
Di nav de hemû nirx û pêşketinên ku bi kêrî mirovahî û civakê tên, keda jinê sereke ye.”
KCK: Bi hedefgirtina Jinê civak jî tê hedefgirtin
KCK’ê anî ziman ku jin her tim dibe hedefa êrişan ji ber ew civakê bi xwe temsîl dike .
“Bi hedefgirtina jinê civak jî tê hedefgirtin û bindest dibe.
Modernîteya kapîtalîst ji ber ku xwezaya jinê, ked û bedena wê dimêje, lûtkeya feraseta serdest a mêr temsîl dike.”
KCK: Jin bi tu awayî feraseta serdest qebûl nake
KCK’ê da zanîn ku jin ji destpêka xwe ta roja îro feraseta serdest û jiyana koledar qebûl nekiriye û wiha domand:
“Bi saya berxwedana jinê, hişmendiya azadiyê û vîna civakê her tim zindî maye.
Jin li her derê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî têkoşîna azadî û rizgariyê geş dike.
Ji ber fikir û felsefeya Rêber Apo jin îro bûye xwedî hêz .”
KCK: Em helwesta Jinan gelekî watedar dibînin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê herî dawî ev peyam da :
“Em helwesta jinan gelek watedar, bi nirx dibînin.
Rêber Apo dibêje ku têkoşîna azadiya jinê têkoşîna Sakîne Cansize.
Em bawer dikin ku heke jin azad bibe, wê civak û jiyan jî azad bibe.”