Şandeyek Kongra Star serdana gundê JINWAR a navçeya Dirbêsiyê kir.
Şandeyeke Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folklorî serdana gundê JINWAR a navçeya Dirbêsiyê kir û 8’ê Adarê li jinên gund pîroz kir.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Şukriye Hisên destnîşan kir ku avakirina gundekî wiha taybet bi jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala tevahî cîhanê kişand ser rola jinan di civakê de.
Endama Kongra Star a Dirbêsiyê Foza Umer 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û soza domandina têkoşînê da.
Ji bo zêdekirina xemla gund û zêdekirina rûbera keskahiyê, şandeyê bi alîkariya jinên gund dar çandin.
Gundê JINWAR yekemîn gundê jinan ê Rojhilata Navîn e.
Di 25’ê Mijdara 2018’an de hat avakirin, di heman Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, hat vekirin.