Rêveberiya Xweser ji bo lêkolînkirina ava çemê Firatê komîteyek ava kir

14’ê Sibatê li bajarê Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kaneke lêgerîna zêran hilweşiya bû.
Piştî bûyerê hat gotin di encamê de maddeyên jehrî yên mîna siyanurê tevli çemê Firatê bûye.
Li ser vê metirsiyê ku çem ji bo herêmê xwedî giringiyek mezin e Rêveberiya Xweser jî ji bo lêkolînkirinê komîteyek ava kir
Komiteyê da zanîn ew ê di rojên pêş de têkildarî lêkolînên xwe agahiyê bidin welatiyan.

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê di encama hezaza li kana lêgerîna zêran de madeyên jehrî tev li ava Firatê bû, Rêveberiya Xweser ji bo lêkolînkirinê komîteyek ava kir.

Roja 14’ê Sibatê li bajarê Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê kaneke lêgerîna zêran hilweşiya bû.

Di encama hilweşînê de axa ku madeyên kîmyewî jî di nav de bû, heta çend kîlometeyan herikî bû.

Piştî bûyerê hate ragihandin hezaz ji ber şirket û desthilatdariya AKP’ê ku tedbîr negirtiye pêk hatiye.

Û madeyên kîmyewî tev li ava Firatê bûne.

Piştî belavbûna nûçeyên li ser mijarê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tirs ket nava welatiyan.

Ji ber Çemê Firatê li herêmê re jî derbas dibe û ji bo çandinî û vexwarinê yek ji çavkaniyên bingehîn e.

Li ser vê yekê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê, ji bo lêkolînkirina ava Firatê komîteyek ava kir.

Komîteya bi navê Komîteya Rewşên Awarte ya Kantona Firatê;

Ji 2 endamên Desteya Jîngehê,
2 endamên Desteya Rêveberiya Herêmî,
2 endamên Desteya Tenduristiyê
û 2 endamên Meclisa Rêveber pêk tê.

Piştî avakirinê komîteyê bi lez û bez dest bi kar kir û nimuneyên destpêkê ji ava Firatê girtin.

Di encamên testên hatine kirin de, heta vê kêliyê di ava çem de madeyên jehrî nehatin dîtin.

Endamên komîteyê diyar kirin ku dibe di çend rojên pêş de di herkîna çem de madeyên jehrî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Lewma ew ê di rojên pêş de jî lêkolînên xwe dewam bikin û agahiyê bidin welatiyan.

https://hawarnews.com/kr/ji-bo-lekolinkirina-ava-ceme-firate-komiteyek-hat-avakirin

Back to top button