Têkildarî ewlehiya hilbijartinê DEM Partî civîna çapemeniyê li dar xist

Têkildarî ewlehiya hilbijartinê Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partî civîna çapemeniyê li dar xist.
Komîsyonê da zanîn ku piraniya ji wan leşker û polîs 54 hezar hilbijêr li bajarên Bakurê Kurdistanê hatine veguhestin
DEM Partiyê diyar kir ku îtîrazên wan ên têkildarî hilbijêrên veguhestî nehatine qebûlkirin û got: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de cih digirin.

31’ê Adarê wê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hilbijartinêm şaredariyan werin li dar xistin.

Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partî têkildarî ewlehiya hilbijartinê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Civîn ji aliyê hevberdkên komîsyonê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan hat rêvebirin.

DEM Partî: Piraniya wan leşker û polîs 54 hezar hilbijêr hatine veguhestin

Ozturk Turkdogan di serî de bal kişande li ser hilbijerên ji aliyê desthilatê ve hatin veguhestin.

Turkdogan da zanîn ku piraniya 54 hezar hilbijêrên veguhestî ji leşker û polîsan pêk tê û wiha got:

” Me temamê 31 navendan tespît kirin û îtîrazên xwe kirin.

Îtîrazên ku me kirine ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên navend û navçeyan ve hatin redkirin, pişt re jî ji aliyê YSK’ê ve hatin redkirin.

Turkdogan, diyar kir ku tenê li navnîşaneke li navenda Agiriyê hezar û 923 hilbijêr hatine veguhestin.

“Gelo piştî hilbijartinê operasyonên mezin ên leşkerî dê bên lidarxistin?”

Têkildarî mijarê Ozturk Turkdogan, anî ziman wan giliyên xwe kirine û wiha pê de çû:

Veguhestina bi hezaran leşkeran a li bajarên ser sînor, rê li ber hin fikarên din.

Wateyeke din a veguhestina evqas personelê ewlehiyê heye.

Gelo piştî hilbijartinê operasyonên mezin ên leşkerî dê bên lidarxistin?

Ozturk Turkdogan bang li partiyên muxalefetê yên Tirkiyê kir ku li bajarên bakurên Kurdistanê bi awayekî vekirî nelirêtî tê kirin û baldarî bişopînin.

DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne

Hevberdava Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a DEM Partî Sevda Ozçelîk Bîngol jî dawiyê destnîşan kir ku feraseta qeyûm bi nelirêtiyên hilbijartine dewam dike û ev tişt anî ziman:

Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de cih digirin.

Em dixwazin gelê me û raya giştî bizane ku em ê bêhiqûqî, helwestên li dijî qanûnan û mûameleyên vîna gel tune dihesibînin ên di vê pêvajoyê de bişopînin.”

Lîsteya namzetên DEM Partiyê yên ji bo hilbijartinan eşkere bû

Back to top button