Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, di salvegera komploya 15’ê Sibatê de daxuyaniyek weşand û got; ”Dema azadiya Abdullah Ocalan hatiye.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
” dewleta Tirk dixwaze wî di zindaneke giravê de bihêle, dixwaze bi deh hezaran mirovên ji pêkhateyên cuda yên etnîkî û olî jî di bin kavilên erdheja dawî de dihêle.”
Li pişt vê operasyonê gelek aktorên Ewropa û Rojhilata Navîn û DYA jî hebûn.
Ji wê demê ve şerê taybet ê li dijî Kurdan guherî. Berê bi giranî tundî û zordarî û înfazên bê hiqûqî dihatin bikaranîn.”
Însîtyatîfê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got; ”Rejîma bê hiqûqî ya li dijî Abdullah Ocalan ku bi erêkirina eşkere ya Konseya Ewropayê destpêkirin.
Tecrîta tam a ji cîhana derve ya ev 24 sal in, gav bi gav li dora gelê Kurd û civakên din ên kêmneteweyan hatine avakirin.”
Ji ber vê yekê di salvegera 24’emîn a revandina Abdullah Ocalan de em banga xwe dubare dikin: Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re aştî!”