HPG’ê ragihand ku tevî ku hêzên wan çalakiyên xwe rawestandine jî artêşa Tirk êrişên xwe yên li dijî hêzên wan didomîne.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi teknîka herî giran êrişan didomîne.
Artêşa Tirk di 14’ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, 8 caran bi helîkoptêran çeperên berxwedanê yên gêrîla bombe barankirine.
Di heman demê de derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê jî 42 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”