Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku civîna grûpa G7, ku biryar e li Amerîkayê were lidarxistin, bo meha Îlonê hat bipaşxistin û eşkere kir ku ew dixwaze Rûsyayê jî vexwîne vê civînê.
Trump destnîşan kir ku ew ê hewl bide Rûsya, Hindistan, Awistralya û Koreya Başûrî, ji bo nîqaşkirina mijara Çînê, vexwîne civînê.
Serokê Amerîkayê teşeya niha ya grûpa G7 rexne kir û da xuyakirin ku ev grûp ne li gorî dema niha ye û nikare geşedanên ku li cîhanê rû didin, çareser bike.
Dihat payîn, civîna grûpê dawiya Hezîranê hatibaya lidarxistin, lê ji ber Coronayê pêk nehat.
G7, a bi navê “Koma Welatên Pîşesazî” tê naskirin, 1976an hatiye damezirandin.
Civînên vê komê, li ser asta wezîrên darayî yên 7 welatan tên lidastixistin û tê de siyasetên aborî tên nîqaşkirin.