Embarên genim ên Eyn Îsayê hatin topbarankirin

Şewitandina zeviyan ne bes, vê carê dewleta Tirk êrîşê dibe ser embarên ceh û genim. Duh êvarî çeteyan embarên gundê Kendel ê navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.

Embarên Dirbêsiyê jî, ji aliyê çeteyan ve tên armanckirin.

Têkildarî mijarê, şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker, embarên navçeyê nikarin hilberînên ceh û genim werbigirin.

Hevseroka şirketa Pêşxistina Çandiniyê ya Dirbêsiyê Fecir Şêx Îsa jî diyar kir ku, ji ber êrîşên dagirker, ew îsal nikarin hilberîna genim di embarên navçeyê de pêşwazî bikin.

Ji ber vê jî, şirketê hilberînên cotkarên herêmê ku 48 hezar ton genim ji wan wergirtine, birin embarên Gebeka û Hitîn ên kantona Qamişlo.

Back to top button