Li Iraqê, di êrîşeke çeteyên DAIŞê li başûrê bajarê Samerayê de, polîsekî Iraqî hat kuştin û 5 jî birîndar bûn..
Polîsa parêzgeha Selahedînê diyar kir ku çeteyên DAIŞê êrîşî bargeheke polîsên Iraqî li navçeya Mu’tesem a bajarê Samerayê kir û di encamê de, polîsek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Hîna jî devera Metîbîce a li ser sînorê parêzgeha Selahedîn, Kerkûk û Diyalayê, di bin desthilatiya çeteyên DAIŞ ê de ye.
8 çeteyên DAIŞê li Mûsilê hatin giritn
Di heman demê de, Rêveberiya Istixbaratê ya parêzgeha Nînewayê ragihand ku, wan 8 çeteyên DAIŞ ê li bajarê Mûsilê girtine.
Li gorî rêveberiyê, 2 serçete di nav wan de ne.
Duh jî, di encama operasyonekê de, 17 çeteyên DAIŞ’ê li Mûsilê hatin girtin.