Dewleta Tirk a dagirker ji bo çand, nasname û hafizaya dîrokî ya Kurdan ji holê rake, rojane êrîşî nirxên gelê Kurd dike. Duh dewleta dagirker êrîş bir ser pirtûkxaneya Kurdî ya Celadet Elî Bedirxan.
Dewleta Tirk a ku 15’ê Gulanê şaredariya Sêrtê dagir kir, weke destpêk pirtûkxaneya Kurdî bi dozerê xira kir û hemû pirtûkên tê de avêtin.
Beriya niha jî, qeyûmên Erdogan û Bahçelî, tableyên Kurdî yên ji aliyê şaredariyên HDP’ê ve hatibûn danîn, hemû anîn xwarê.
2016’an, şaredariya HDP’ê a bajarê Sêrtê ji bo pêşiya helandina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê bigire, pirtûkxaneyeke Kurdî bi navê Celadet Elî Bedirxan vekiribû.