Şandeyek ji Belçîkayê 8’ê Adarê gihişt Rojava.
Şandeyê pêr serdana Hesekê kiribû û rewşa hin deveran şopandibû.
Duh jî bi Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser re civiya.
Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê jî serdana Koordînasyona Jinan kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ev yek parvekir..
Şandeyek ji Belçîkayê hatiye bi Desteya Serokatî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa Rêveberiya Xweser di aliyê aborî û xizmetguzarî de û astengiyên li herêmê hatin nîqaşkirin.
Behsa êrişên dewleta Tirk û qutkirina ava Çemê Firatê jî hat kirin ..
Şandeyê diyar kir ku ew ê hewl bide têkiliyan di navbera şaredariyên Belçîka û yên Rêveberiya Xweser de xurt bikin.
Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê serdana Koordînasyona Jinan kir
Şandeyeke tevgerên jinan ên Skoçyayê jî serdana Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser kir.
Armanca serdanê naskirina sîstema Rêveberiya Xweser, Sîstema jinê ya di nava Rêveberiya Xweser de ye ..
Şandeyê jî pesnê tecrûbeya Rêveberiya Xweser û sîstema hevserokatiyê da.