Swîsre-Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin

Li Swîsreyê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin û di merasîma vekirinê de şehîdên 12’ê Adarê hatin bîranîn.

Li bajarê Kloten ê kantona Zûrîh ê Swîsreyê Komeleya Çandê ya Rojava hat vekirin.

Di merasîma vekirina komeleyê de şehîdên komkujiya 12’ê Adarê ya li Qamişlo hatin bîranîn.

Hevserokên Komeleyê Mehmûd Hisên û Mûnteha Dêrik axivîn û beşdar silav kirin.

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî axivî.

Bedran Çiya Kurd şehîdên 12’ê Adarê bîr anî û diyar kir ku wê rojê serhildana li hemberî zilmê dest pê kir.

Piştre sînevîzyona ku ji bo Şehîdên Qamişlo hatibû amadekirin, hat pêşandan.

Bernameya merasîmê bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button