Hikûmeta Şamê alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê asteng kir

Alîkariyên ku duh Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê ji bo mexdûrên li Şehba û Helebê rêkirin, ji aliyên Hikûmetê Şamê ve li ber deriya El-Tayha car din hatin astengkirin.

Duh Rêveberiya Xweser ya Herêma Firatê 2 kemyonyên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Şehba û Helebê şand.

Piştî ku alîkarî gihaş deriyê El Tayha yên li Minbicê hêzên hikûmetê derbasbûna alîkariyan asteng kir.

Ev 2 rojin ku alîkarî li ber deriyê El Tayha li benda erêkirina Hikûmeta Şamê ye.

Ev ne cara yekemîn ku hikûmeta Şamê li pêş alîkariyên ku ji bo kesên ji ber erdhejê zirar dîtine tên şandin, dibe asteng.

Hikumeta Şamê beriya niha jî alîkariyên mirovî yên xelkê Silêmaniyê û 100 sehrîcên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûran şandibûn, asteng kirin.

Çendî caran Rêveberiya Xweser bang kir ku divê dosyasyên alîkariyên Mexdûrên Erdhejê, siyasî neyên girtin.

Lê Hikûmeta Şamê hîn jî li ser ya xwe daneket û rê nade ku alîkarî bighêje mexdûran.

Rêveberiya Xweser alîkariyên nû dişîne ji mexdûrên erdhejê re

Back to top button