Serokê şaredarên CHP’î banga akşener ya bo serokomariyê red kirin

Seroka Partiya Îyî Akşener ya xwest serokên şaredarên Stenbol û Enqere bikêşe aliyê xwe biser neket.
Serokê şaredarên van bajaran piştevaniya xwe ya bo Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu dubare kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar jî anî ziman pêwîste ti kes bê hêvî nebe û got:
Em li vir in, em ê bi hevre bimeşin û biguherînin.

Bi nêzbûna hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê re rewşa siyasî ya li nava welat aloztir dibe.

Ji bo diyarkirina namzetên xwe ên Serokomariyê tifaqa Milet a ku ji 6 partiyan pêkdihat li hev civiyabûn.

Di civînê de ji derveyî partiya Îyî 5 partiyan li ser namzetiya Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê CHP’ê li hev kiribûn.

Piştî civînê Seroka partiya Îyî Meral Akşener bi daxuyaniyeke ragihand ku ew ji tifaqê qut dibe.

Akşener piştî vê xwest Serokê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê û Enqereyê yên CHP’î bibe bigre aliyê xwe.

Lê ya diyar ev daxwaz û plana wê di serê rê de têk çû.

Serokên şaredariyên bajarên navborî Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş bersiv dan banga Akşener.

Îmamoglu û Yavaş diyar kirin ew ê nebin namzetên Serokkomariyê û gotin:

“Em ji derveyî îradeya Hevserokê xwe yê giştî Kemal Kilicdaroglu tevnagerin.”

Kiliçdaroglu: Bila fikar bi gelê me re çênebe em ê Erdogan têk bibin

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî destnîşan kir ku berpirsiyariyên wan ên dîrokî hene û got:

“Hêviya min ew e ku em hemû rengan vexwînin ser yek sifreyê.

Li şûna rabûna hin kesan, divê em bikin ku hemû reng li ser sifreyekî rûnên.

Bila fikar bi gelê me re çênebin.

Em ê bi her awayî Erdogan têk bibin. Bawer bikin, em ê têk bibin.”

Piştî geşedanên li Tifaqa Milet HDP civîna awarte li dar xist

Piştî geşedanên li Tifaqa Millet, Lijneya Birevebirina Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi awayekî awarte li hev civiya.

Sancar: Pêwîste tu kes bê hevî nebe

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di daxuyaniya çapemeniyê de got;

“Pêwîste ti kes bê hêvî nebe, em li vir in, em ê bi hevre bimeşin û biguherînin.”

Sancar diyar kir bila gumanê ti kesî nebe, her biryara ku bigrin, ji bo edalet, azadi û pêşeroja Tirkiyê ye.

Back to top button