Ji Iraqê bertekên li dijî civînên bi Îstixbareta Tirkiyê re

Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd doh serdana misteşarê MÎT’ê Tirk Hakan Fîdan kir.
Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa ya Iraqê li dijî vê serdanê bertek nîşanda û got:
Di demekî ku êrişên li ser herêmê dijwar dibin de pêkhatina van civînan, gumanê zêde dike.

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Mena têkildarî serdanê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Adil Mena got;

Tirkiye bi rêya hevdîtinên bi berpirsên Iraqê re, hewl dide êrişên xwe yên li nav axa Iraqê berfirehtir bike.

Adil Mena: civîna berpirsan gumanan ava dike

Adil da zanîn ku piştî serdan û hevdîtinan êriş li ser Şengalê hat kirin.

Di êrîşê de du fermnandarên YBŞ’ê û endamekî Asayîşa Êzidxanê şehîd bûn.

Endamê Hevpeymana Dewleta Yasa Adil Mena anî ziman ku di nava demek wiha de pêkanîna civînan gumanê zêdetir dike.

Piştî êrişên Şengalê Wezîrê Parastinê yê Iraqê li gel serokê MÎT a Tirk civiya

Back to top button