Misir û Fransa li ser qelskirina destwerdana Tirkiyê li hev kir

Di wextekî de ku şerekî nû li ber deriyan e, Misir û Fransa li ser qelskirina destwerdanên ne rewa yên li Lîbyayê li hev dikin..

Serokê Fransayê Imanuel Macron û hempîşeyî wê yê Misirê Ebdul Fetah el-Sîsî duh bi rêya telefonê bi hev re axivîn û weke îşaret bi dewleta Tirk teqezî li ser girîngiya qelskirina van destwerdanan kirin, taybet welatên ku çeteyan ji bo pêkanîna armancên xwe bi kar tînin.

Macron, gavên ku vê dawiyê hikumeta Misirî ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê avêtine, pîroz kir û diyar kir ku insyatîfa Qahîrayê rêya Kongreya Berlînê temam dike.

6ê Hezîranê, el-Sîsî ev insyatîf ragihandibû û gelek piştgirî ji qada Erebî û navdewletî wergirt.

Back to top button