Pêşmergeyên Dêrîn ên Başûrê Kurdistanê: Peyama Dûran Kalkan peyamek pîroz û şoreşgerî ye

Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî dan banga Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan ku gotbû bila pêşmerge li cem gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk cih bigirin. Pêşmergeyên Dêrîn diyar kirin ku ev bangeke pîroz û şoreşgerî ye.

Yek ji pêşmergeyên Dêrîn Umer Kake Reş têkildarî banga Dûran Kalkan diyar kir ku pêwîst e li hemberî hewldanên zindîkirina serdema Osmanî weke Pêşmergeyên Dêrîn karibin li gel gerîlayan li hember vê dagirkeriyê şer bikin.

Umer Kake Reş dest nîşan kir ku eger Wezareta Pêşmerge û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di vê demê de helwesteke egîdî nîşan nede wê dîrok wan efû neke.

Kake anî ziman ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker enîyeke hevbeş bê avakirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di 13’ê Tîrmehê de bang li pêşmergeyan kiribû ku li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser başûrê Kurdistanê li cem gerîla cih bigirin.

Back to top button