Bîlmez nerazîbûn nîşanî tecrîda Îmraliyê da: Bawerî bi Tirkiyê nemaye

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez jî nerazîbûn nîşanî astengkirina hevdîtinên wan bi miwekîlê wan re da.

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê, bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” sempozyûmek li dar xist.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez mijara “Di Dijraberiya Rêgeza Wekheviyê de, Sepanên Girtîgeha Girava Îmraliyê” nirxand.

Îbrahîm Bîlmez got:

Îmrali ne li gorî pergala hiqûqî ya Tirkiyê û ne pergala tu welatan nayê birêvebirin.

Bi pergaleke taybet tê birêvebirin.

“CPT’î jî, Îmrali weke pergala êşkenceyê nirxand.”

Bîlmez diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinan, her tim cezayên disiplînê li miwekîlên me dibirin.

Van cezayên disiplînê, ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re didin.

CPT’ê jî got ku hincetên van cezayan jêbawer nînin, Êdî kesek bi Tirkiyê bawer nake.

https://anfkurdi.com/rojane/bilmez-nerazibun-nisani-tecrida-Imraliye-da-baweri-bi-tirkiyeye-nemaye-167959

Back to top button