Şêwirmendê Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê re civiya

Hevdîtinên rayedarên Iraq, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de jî şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê re civiya.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû jî balkişand li ser hewildanên Tirkiyê û PDK’ê wiha got: “Dixwaze Iraqê û tevgerê bîne hemberî hev. Ev yek lîstike.”
Li aliyê din derkete holê ku dewleta Tirk li Şengalê bi riya GPS’ê ku di SIM karta Korekê debicîh kirine êrişan pêk tîne.

Di çarçoveya qirkirina gelê Kurd de li sêgoşeya Tirkiyê-Iraq û PDK’ê de hevdîtinên qirêj pêk tên.

Ofîsa Ragihandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê, ragihand ku Qasim Erecî, li Enqerê bi Wezîrê Parastinê yê Tirkyê, Yaşar Guler re civiyaye.

Di civînê de ewlekarî û kontrolkirina sînoran hate nîqaş kirin.

Berî vê jî 2’ê Adarê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de bi Guler re civiya bû.

Balkêş piştî van hevdîtinan tevgera pêşmergeyên PDK’ê li qadên gerîla hîn zêdetir bû.

Karasû: Dixwazin Iraqê û tevgerê bînin hemberî hev

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ev hewildanên Tirkiyê ji ANF’ê re nirxwend.

Karasû bal kişand ser binketina ku artêşa Tirkiyê li hermber gêrîla jiyan kiriye û got:

“Tirkiye û PDK xitimiîne. Ji ber wê dixwazin Iraqê û tevgerê bînin hemberî hev. Em di wê baweriyê de ne Iraq wê nekeve vê xefikê, berjewendiyên herdu aliyan nîne. Armanca dewleta Tirk Mîsakî Mîlî ye. PDK’e jî ji wan re hevkariyê dike.”

MÎT’a tirk bi sim kartên korekê sîstema GPS li otomobîlan bicih dike!

Yek ji herêma ku PDK’e û Tirkiye li dijî wir bi hev re di nava hevkariyê de ye Şengale.

Li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariya Şengalê parve kiriye dewleta Tirk a dagirker bi riya GPS’ên ku di Kartên Korek de bicîh kirine êrişan pêk tîne.

Ajokarekî saziyeke Şengalê ku nexwast navê xwe bide got:

“Dema min erebeya xwe şuşt, min ferq kir tiştek ne asayî di erebeyê de heye.

Dema min kontrol kir, min dît GPS bi erebeyê ve hatiye kirin.”

Wî kesî diyar kir ku GPS bi rêya karta Korekê di nava seyareyê de hatiye bicîhkirin û ji bo vêya bi taybet SIM kartên Korekê bikar tînin.

Hêzên ewlekariya Şengalê jî piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo GPS’an SIM kartên Korekê bikar tîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Korek Telecom a Fermandarê Pêşmergeyên Zêrevanî Sîrwan Barzanî ye û berpirsê şîrketê kesekî serbazî ye û bikaranîna SIM kartan bêyî destûra berpirsê şîrketê ne mûmkîne.

Back to top button