Ambargoya ku Firqeya 4`an li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, yekser bandor li tenduristiyê kiriye.
Li her du taxan şîrê zarokan, dermanên tansiyon, şekir û nexweşiyên dil û antîbiyotîk gelekî kêm bûne.
Rêveberiya Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê derbarê vê rewşê de vê yekê dibêje :
Heke ambargoya li ser her du taxan dewam bike, dê dermanên li depoyên meclisê biqedin.
Şîrê zarokan bi dijwarî peyda dibe..
Pêdiviyeke lezgîn a dermanên tansiyon, şekir û nexweşiyên dil heye.
Li gorî rêveberiyê , bi kêmbûna sotemeniyê re, ji ber sermayê gelek nexweşî belav dibin..
Rêveberiyê tekez kir ku ku di encama kêmbûna sotemeniyê de dibe ku xizmetên li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir rawestin.