“Em bang li dewleta nakin ,em ê serî hildin”

Pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê tekez kirin ku em dê li tevahî qadan ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, serî hildin.

Têkildarî mijarê Şêniya bi navê Rebîe Qewas dibêje :

“Em bang li tu rêxistin û dewletan nakin, em dê li dora rêberê xwe bin..

Em ê planên têkoşînê yên nû deynin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan bişikînin.”

Rebîe bang li hemû Kurdan kir ku li dijî siyasetên îşkenceya li dijî rêber Ocalan dakevin qadan û serî hildin ..

Xufran Kewkeb a ji pêkhateya Ereb jî got :

Ji bo şikandina vê tecrîdê divê em pişta xwe bidin vîn û îsrara xwe ya têkoşînê.

Em siyasetên îşkenceyê li dijî rêbertî qebûl nakin.

Ji lew re divê pêkhateya Ereb a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhateyên din hevgirtî bin..

Afram Somî yê ji pêkhateya Suryan jî wiha got:

“Em dê têkoşîna xwe li ser fikrê rêber Ocalan dewam bikin..”

Back to top button