Osman Kerîm: Parlamentoyê ti lêkolîn li ser êrîşên Tirkiyê nekiriye

Tevî ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên li ser başûr de raporek ji Desteya Serokatiya Parlamentoya Başûr re hatiye pêşkêşkirin jî di vê mijarê de ti gav nehatiye avêtin.
Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmerge Osman Kerîm Siware, diyar kir ku heya niha parlamentoyê di pratîkê de ti lêkolînek derbarê êrîşên Tirkiyê de nekiriye.

Ji bo lêkolînkirina êrîş û bombebaranên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Desteya Serokatiya Parlamentoya Başûr komîsyonek taybet avakiribû. Piştre vê komîsyonê rapora xwe pêşkêşî Parlamentoyê kiribû.

Ji bo mijarê jî her yek ji Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Hindirîn bang li parlamentoyê hatibû kirin û li ser raporê civîn pêkhatibû.

Lê ji ber ku civîn ji çapemeniyê re girtî pêkhat, heya niha nayê zanîn di civînê de çi hatiye gotin.

Têkildarî hewldanên parlamentoyê yên li ser rawestandina dagirkeriya Tirk, Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmerge Osman Kerîm Siware axivî û got:

“Me rapora xwe ya li ser encamên êrîş û bombebarana dewleta Tirk amade kir û pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir.

Ya ku ket ser milê me, me pêk anî. Mixabin tevî ku Iraqê jî bang li Tirkiyê kiribû lê heya niha jî êrîş berdewam dikin.

Osman Siwar da zanîn ku dewleta Tirk ji bilî êrîşên hewayî êrîşên bejahî jî daye destpêkirin û bi dehan km di nava xaka Iraqê de bi pêş de hatiye.

Kerîm destnîşan kir, heya niha jî rapor û karê komîsyonê ku pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kiribû ti encamek negirtiye.

Cîgirê Serokê Komîsyona Pêşmerge li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û anî ziman ku ew ji bo dagirkirina herêmê PKK’ê ji xwe kiriye bihane.

Back to top button