YNK’ê diyar kir ku divê Kurd bi lîsteyekî tevlî hilbijartinan bibin. Lê heya niha PDK’ê ti tevlibunek çênekiriye.
Berpirsê Malbenda 2 ya Rêxistina Kerkûkê a YNK’ê Rewend Mela Mehmud ji medya YNK’ê re axivî.
Rewend got ku ew dixwazin Kurd li Kerkûkê bi lîsteyekê tevlî hilbijartinên parlamento û encûmenên parêzgehan bibin.
Rewend da zanîn ku tê payîn di rojên pêş de ew bi hizb û aliyên siyasî yên Kerkûkê re bicivin, lê heya niha PDK ti tevlîbûnek xwe ji bo vê çênekiriye.
Di dawiyê de Rewend got;
“Eger hemû aliyên Kurdî bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin, wê bikarin piraniya dengan ji bo Kurdan kom bikin û bi vî awayî piraniya kursiyan jî bi dest bixin.”