Qerebaxê..agirbest dîsa binpê dibe, herdu alî hev tawanbar dikin

Tevî ragihandina agirbesta 3, şerê li Qerebaxê hêj li dar e. Aliyên şer jî, bi binpêkirinê hev tawanbar dikin. Piştî girtina herdu çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk jî, wezareta derve ya Ermenistanê teqez kir ku ew ê şerê li dijî terora navneteweyî digel hevalbendên xwe bidomîne.

Tevî ku li Qerebaxê agirbesta sêyan hatiye ragihandin jî, şer hîn ranewestiyaye.

Azerbeycan û artêşa Qerebaxê hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar kir û ya dawî ragihand ku duh sibehê hêzên Azerî avahiyên sivîlan li herêmê bomebaran kirin.

Her wekî hêzên Ermenistanê jî diyar kir ku artêşa Aezerbeycanê avahiyên sivîlan li devera Terter û Excabîdî dan ber topan.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Parastinê ya Azerî, hêzên Ereminstanê bi armanckirina navendên wan ên li ser sînor tawanbar kir.

Piştî Ermenistanê hawara xwe bi Rûsyayê ve anî, duh Wezîrê Tirkiyê yê Derve gihîşt Azerbeycanê û careke din piştgiriya xwe bi Baku re teqez kir.

Çete mikur tên ku bi armanca şerê gawiran ji aliyê Tirkiyê ve tên şandin

Li aliyekî din, duh hêzên ewlehiya Ermenistanê dîmenê mukirhatina çeteyê dewleta Tirk Yûsif El-Ebid El-Hecî bi par ve kir.

Yûsif El-Hecî dibêje:

“Em hatine Qerebaxê, da ku beramberî 2 hezar dolarî şerê gawiran bikin.

Ji me re biryar hatibû ku em kuştin û talanê bikin û her kesê ku gawirekî bikuje, dê 100 dolarî wergire.”

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha 2 hezar û 350 çete ji bo şerê li Qerebaxê hatine şandin.

Piştî girtina her du çeteyên Sûrî yên dewleta Tirk, wezareta derve ya Ermenistanê da xuyakirin ku ew ê şerê li dijî terora navneteweyî digel hevalbendên xwe bidomîne.

Back to top button