Li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî komkerên dombelan kirin

Li Parêzgeha Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê êrişî kesên ku dombelana kom dikin kirin.
Di êrişa DAIŞ’ê de, nêzîka 45 kes hatin kuştin.
Li rex vê, balafirek nenas êrişî erebeyek çekdarên Îranê kirin.
Di êrişê de, 3 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Her sal weke van çaxan xelkên Sûriyê derdikevin çolistanê û dombelan didin hev.

Îsal jî xelkên Sûriyê ji bo komkirina dombelan berê xwe didin çolê.

Lê gelek caran çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan dikin û wan dikujin.

Îro komek ji xelkên Dêrazorê ji bo berhevkirina dombelan çûn çolistana Kebca.

Çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan kir.

Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de nêzîka 45 kes hatin kuştin

Di êrişa terorîs de nêzîka 45 kes di nav de zarok, jin û leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Her wiha çeteyan zêdetirî 10 erebeyan welatiyan jî dan ber agir.

Paşê çeteyan ber bi çolistanê reviyan.

Li xetên şer yên Laziqiyê 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li rex vê jî, şerekî giran di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çete yên dewleta Tirk heye.

Her du aliyan li xetên şer yên li gundên parêzegeha Laziqiyê bi çekên navîn û giran şer dikin.

Navenda çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encamê de heta niha 3 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Hêzên Hikumeta Şamê jî bi moşekan cihên çeteyan yên li Heleb û Idlibê kir armanc.

Balafirek nenas li Dêra Zorê êriş erebeyek çekdarên Îranê kir

Li aliyekî din jî, aloziya di navbera Îran û Koalisyona Navneteweyî li Sûriyê kur û kur dibe.

Di danê nîvro, Balafirek bêmirov a nenas li parêzgeha Dêrazorê erebeyek çekdarên Îranê bombebaran kir.

Di encamê de, 3 çekdarên Îranê hatin kuştin.

Tê gotin ku balafira nenas ya Amerîkayê ye.

Li Siwêda banga guhetina siyasî hate kirin

Li parêzeha Siwêdayê jî xwepêşandanên li dijî hikumeta Şamê didomin.

Xwepêşandêran li qada El-Kema kombûn û banga guhertina Siyasî û berdana girtiyan kirin.

Li Dêra Zorê û Hemayê 3 leşkerên hikûmeta Şamê hate kuştin

Back to top button