Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinan re dîsa dest bi pêla operasyonan kir.
Li Pirsûsê Hevseroka navçeyê û namzetên şaredariya Dem Partî jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.
Rêxistina DEM Partî a Rihayê diyar kir desthilatê li Pirsûsê starta hilbijartinê da û xwest demildest hevalên wan werin berdan.
Li kêleka polîtîkayên desthilatê yên ji bo çewisandinê, Dem Partî û gel li qadan xebatên xwe bi coş meşandin.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi nêzbûna hilbijartinan re dîsa dest bi pêla operasyonan kir.

Îro di danê sibehê de li Pirsûsê polîsan li ser malên endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan de girtin.

Hevseroka navçeyê û namzetên endamtiya meclisa şaredariyê jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin.

Rêxistina DEM Partî a Rihayê: Desthilatê li Pirsûsê starta hilbijartinê da

Rêxistina DEM Partî a Rihayê têkildarî serdegirtinan li ber buroya hilbijartinê ya Pirsûsê daxuyaniyek da.

Hevserokê rêxistina partiyê a bajêr Bekîr Karakeçî binçavkirin şermezar kir û ev bertek nîşan da:

“Desthilatê û darazê li Pirsûsê starta hilbijartinê dan.

Em vê helwestê qebûl nakin û dixwazin demildest hevalên me yên hatine girtin, werin berdan.”

Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!

Tevî polîtîkayên desthilatê yên ji bo çewisandinê, Dem Partî û gel dev ji biryardariya serkeftinê bernadin.

Namzetên hevşaredariyan îro li gelek bajaran xebatên hilbijartinê domandin û gelek derdoran re hevdîtin kirin.

Li Wanê Namzetên hevşaredariyê yên Erdîşê serdana dikandarên navçeyê kirin û gotin

“Ew ji hilbijartinan bi hêvî ne.”

Rêxistina Qersê jî di heman çarçoveyê de ji çar aliyan ve serdana malbatan kirin

Partiyiyan ji malbatên ku serdana wan kirin re qala texrîbatên qeyûman kirin.

Namzetên Hevşaredariyê yên Şirnexê jî bi tevlibûna Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk re çûn serdana dikandaran.

Ciwanên ku li dora şandeyê kom bûn, gotin “DEM dema me ye” û anîn ziman ew ji bo 31’ê Adarê amade ne.

Li Xelfetî ya Rihayê buroya hilbijartinê hate vekirin.

Li gel namzetên hevşaredariyê, gelek kes tev li vekirina bûroya ya li Parka 4’ê Nîsanê bûn

Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozerî û namzetên din jî beşdar silav kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî tecrîda li ser Rêber Ocalan da.

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê jî li navçeya Bajarê Nû buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.

Di vekirina buroyê de Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî û got ku ew rengê jinê li hilbijartinan dixin.

Têkildarî ewlehiya hilbijartinê DEM Partî civîna çapemeniyê li dar xist

Back to top button