Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê çalakî li herêmê dewam dikin.
Îro jî jin li gelek deverên herêmê li qadan bûn û Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.
Jinan di çalakiyên xwe de diyar kirin ku ew ê têkoşîna xwe ya li hember zilm û tundiyê bidomînin.
Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Kordînasyona Jinan a Cizîrê li Qamişloyê semînerek da.
Hate gotin:
“Êriş û siyasetên ku li dijî jinan têne meşandin, dê nikaribin rê li hember vîna wê ya azad bigrin.”
Cardin li Qamişlo Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyek da û got:
“Jinê li hember pergala baviksalarî banga yekîtî û têkoşîna hevpar kir.”
Her wiha li Qamişlo û Girkê Legê bi heman armancê pêşengehk kardestiyê hate vekirin.
Tevî koçberî û rewşên zehmet jî li kampa Serêkaniyê jinan bi şahiyekê 8’ê Adarê pîroz kirin.
Li aliyekî din li Şehbahyê jî bi boneya rojê li kampa Serdem, gundê Til Qirah û Ehrezê kernavelek lidar xistin.
Kordînasyona Jin a kantona Firatê jî li Kobanê semînerek derbarê 8’ê Adarê de da.
Di semînerê de bal hate kişandin ser rola fikir û felsefeya Rêber Apo a di pêşxistina jinan de.
Li Reqayê jî jinan serdana sazî û navendên sivîl, xizmetguzarî û hêzên ewlekariyê kirin.
Her wiha Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Desteya Şaredariyan a Minbicê jî pêngavek paqijkirinê li Minbicê pêk anîn.
Kongra Star a Girê Spî jî li Eyn Îsayê şahiyek lidar xist.
Dayikên aştiyê jî li Tebqayê gul diyarî endamên Hêzên Ewlekariyê, gaziyên şer û endamên Meclisa kantonê kirin.
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê jî panelek bi dirûşma “Hevjiyana azad û tevlêbûna jinan di çêkirina biryaran de” li darxist.
Dîsa li Helebê jinan bi vê armacê gelek serdan kirin û pişt re dar jî çandin.
KCDK-E’yê li dijî êrîşên qirkirinê banga mezinkirina tekoşînê kir