Şervanên YPJ’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyeke bersivdayînê pêk anîn.
Di çalakiyên li Minbicê hatin lidarxitin de 6 çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.
Şervanan baragehên çeteyan jî şewitandin.
Şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ bi van çalakiyan derbên xurt li çeteyên dewleta Tirk xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.
YPJ’ê diyar kir ku şervanên wan 3’ê Adarê li dijî barageheke artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Şêx Nasir a Minbicê çalakî pêk anîn.
Şervanan di çalakiya bi rengê serdegirtinê pêk anîn de, derbên xurt li dagirkeran dan.
Di çalakiyê de 6 çeteyên dewleta Tirk a qirker hatin kuştin.
Şervanan tevahiya baragehên artêşa Tirk a dagirker rûxandin û şewitandin.
Şervanên ku ketin çeperên dagirkeran gelek çek û cebilxane jî li ser wan rakirin.
YPJ’ê ragihadn ku şervanên wan bi awayekî ewle vegeriyane çeperên xwe û daxuyaniya wiha bidawî kir:
“Em hêzeke tolhildanê ne û em bi biryardariyeke bilind, di meşa xwe ya serfketinê de bi israr in.
Wê tu êrîşên li ser jinên pêşeng, welat û destkeftiyên Şoreşa Jin a Rojava bê bersiv nemînin.”